3 leşkerên Tirkiyê li Cindirêsê hatin kuştin

Di şer û pevçûnên li navçeya Cindirêsê ya Efrînê de, 3 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û 5 leşkerên din jî birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di şer û pevçûnên li navçeya Cindirêsê ya Efrînê de, 3 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û 5 leşkerên din jî birîndar bûn.

Artêşa Tirkiyê ragihand, piştî şer û pevçûnên giran li navçeya Cindirêsê3 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û 5 leşkerên din jî birîndar bûn.

Ji 20ê meha bûrî ve êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên ser bi wê ve li ser Efrînê berdewam e. Îro Peyvdarê YPGê li Efrînê Birûsk Heseke ji K24ê re aşkere kir, artêşa Tirkiyê ti pêşketineke berçav li Efrînê nekiriye.

Her îro jî YPGê ragihand, şervanên wê helîkoptereke artêşa Tirkiyê li gundê Qude yê ser bi navçeya Raco ve xistin xwarê. Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan jî da zanîn ku ji encama ketina helîkopterê 2 leşkerên Tirkiyê canê xwe jidest dabûn.