Amerîka dixwaze li Sûrya û Iraqê bimîne

"Berî niha me di demeke negunayî de, hêzên xwe ji Iraqê kişandin, niha jî çekdarên DAIŞê dixwazin ew yek dubare bibe daku dîsa deverê kontrol bikin

K24 - Navenda Nûçeyan

Hin ji berpirs û pisporên Amerîkî dibêjin, ku "Hêzên Amerîka heya demeke nediyar wê li Iraq û Sûrya bimînin, daku rê li pêşya sînaryoya şerkirin li dijî çekdarên navçeyê li nav axa Amerîka bigirin.

Jêderên Amerîkî didin xuyakirin ku serokê Amerîka Donald Trump, serkirdeyên herdu Partiyên Komarî û Demokratî di kongirêsê de haydar kir ku ew azad in, heger bixwazin yasayekê ji bo mana hêzên Amerîkî li Rojhilata Navîn bibînin yan na.

Jêderan wêneya nivîsa berpirsên Koşka Sipî û wezareta derve ji bo serkirdeyên kongirêsê belav kirine ku têde hatiye: "Metirsiyên DAIŞê li ser me berdewam in, divê hûn şêweyekî yasayî bibînin, ji bo hêzên Amerîkî heya demeke nediyar li Iraq û Sûryê bimînin".

Cîgirê wezîrê bergiriya Amerîka ji bo karûbarên siyasî David Trakinberg,  di nameyekê de ji bo sînatorê Demokratan li wîlayeta Vercinia (Tim Ken) nivîsiye: "Berî niha me di demeke negunayî de hêzên xwe ji Iraqê kişandin, niha jî çekdarên DAIŞê dixwazin ew yek dubare bibe û em hêzên xwe ji Iraqê bikişînin, daku ew çekdarana dubare dest li ser wan navçeyan deynin, ku me ji destên wan derxistine".

Alîkara wezîrê derve yê Amerîka ji bo karûbarên yasayî Mari Woterz, di nameyekê de ji bo serkirdeyên kongirêsê dibêje: "Em li bihaneyan nagerin daku em şer li dijî Hikûmeta Sûryê yan ew hêzana bikin ku Îran li Sûryê piştevaniya wan dike, lê di heman demê de, em ti carî dudil nabin li ser bikaranîna hêza pêwîst û guncayî ji bo parastina hêzên me û yevpeymanên me li wan deveran, ku me bi hevre şerê DAIŞê kiriye".

N.O