YPG gundekî û girekî li Efrînê kontrol dikin

Şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) gundekî û girê wî gundî li Efrînê ji destê artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve derdixin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) gundekî û girê wî gundî li Efrînê ji destê artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve derdixin.

Çavkaniyên nêzîkî YPGê dan zanîn, şeva borî şervanên YPGê karîn gundê Omera yê navçeya Şera û girê wî gundî ji destê artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên opozîsyona Sûriyê derxînin.

Li gor zanyariyên K24ê, şer û pevçûnên giran di navbera şervanên YPG/ YPJê li hemû navçeyên sînorî yên Efrînê berdewam in, bi taybet li Cindirêsê, ku artêşa Tirkiyê ji hefteyekê hewla girtina wê navçeyê dide.

Her di wê derbarê de, duh atêşa Tirkiyê gundên nêzîkî Cindirêsê wek Yelanqoz, Aşkê Xerbî, Baflûr û Celemê bi giranî bombebaran û topbaran kirin, li gundê Yelanqozê 5 welatiyên sivîl di êrîşeke artêşa Tirkiyê de şehîd bûn û hejmarek din jî birîndar bûn.

Li gor Encûmena Tenduristiyê ya Efrînê, ji destpêka êrîşên artêşa Tirkiyê li ser Efrînê ve 192 sivîl şehîd bûne û 574 sivîlên din jî birîndar bûne.

 

S. B