Çekdarên Xûta: Beramberî alîkariyan emê rê li ber sivîlan vekin

Netewên Yekgirtî: Îro yekem kerwanê alîkariyên mirovî derbasî bajarê Dûma yê Xûta Rojhilat bûye, ku ew jî di bin destê ketîbeyên opozisyonê de ye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Navenda Rûsî ya Lihevhatinê li Sûryê ragihand, ku çekdarên opozisyonê li Xûta Rojhilat soz dane, ku riya derketinê ji Xûteyê li ber sivîlan vekirin bi mercê ku alîkariyên mirovî derbasî Xûteyê bên kirin.

Hevdem li gel van pêşhatan, Netewên Yekgirtî ragihand, ku îro yekem kerwanê alîkariyên mirovî derbasî bajarê Dûma yê Xûta Rojhilat bûye, ku ew jî di bin destê ketîbeyên opozisyonê de ye.

Li gorî zanyariyan, ew kerwan ji 247 ton alîkariyên mirovî pêk hatiye û bi alîkariya Navenda Rûsî ya Lihevhatinê wê derbasî Xûteyê bibe û li ser herdu aliyên şer bên dabeşkirin.

Li aliyekî din, agirbesta 5 demjimêrî ya ku Rûsya ji bo Xûteyê û deverên din pêşinyar kiribû, ket roja xwe ya heftan de û rojane ji demjimêr 9ê sibehê heya 2ê piştî nîvro berdewam dike.

N.O