Netewên Yekgirtî: Rêjîma Sûryê çekên kîmawî li Xûta Rojhilat bikar anîne

NY: Bi sedema bordûmana firokeyekî cengî Rûsî di Mijdara sala derbasbûyî de, li ser bajarokê Etarib yê ser bi Helebê ve, 84 kesên sivîl hatin kuştin û ew jî wek tawaneke cengê tê nasîn.

K24 - Navenda Nûçeyan

Lêkolînerên ser bi Netewên Yekgirtî ve ragihandin, ku Hikûmeta Sûryê li Xûta Rojhilat çekên kîmawî bikar anîne.

Îro sêşemê 6/3/2018an, lêkolînerên Netewên Yekgirtî rapora xwe li ser rewşa meydanî ya li Sûryê û bordûman navçeyên cuda yên wî welatî belav kirin û diyar kirin, ku bi sedema bordûmana firokeyekî cengî Rûsî di Mijdara sala derbasbûyî de, li ser bajarokê Etarib yê ser bi Helebê ve, 84 kesên sivîl hatin kuştin û ew jî wek tawaneke cengê tê nasîn.

Herwiha wan lêkolîneran daxwaz kirin ku rê li ber derbasbûna kerwanê alîkariyên mirovî yên Netewên Yekgirtî ji Xûta Rojhilat bê vekirin.

Ev demek e rêjîma Sûryê bi tundî bordûmana navçeyên Xûteyê dike û di encamê de sedan welatiyên sivîl bûne qurbanî û sedan welatiyên din jî birîndar bûne.

Li gorî raporeke Riwangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, ji 18/2/2018an ve û heya niha, 170 zarok bi sedema bordûmanê bûne qurbanî û tenê roja Duşemê 7 zarok hatin kuştin û 80ê kesên sivîl jî birîndar bûn.

Riwangeha Sûrî daxwaz kir, ku bilez rê li ber binpêkirinan beramberî zarokan, xwendingeh û nexweşxaneyan bêgirtin, nek hefteyeke din û ne jî meheke din, lê divê her îro agirbest ragihandin.

Bi bihaneya derxistina çekdarên opozisyonê, rêjîma Sûryê bi hemû hêza xwe êrîşî Xûta Rojhilat dike û tevî derketina biryara Netewên Yekgirtî ji bo ragihandina agirbestê li seranserî Sûrya, lê rêjîma Sûrya guh neda wê biryarê û li ser kuştina xelkên sivîl yên Xûteyê berdewam e.

Îro jî artêşa Sûryê li bingeha Himêmîm ya Sûrî ragihand, ku wan riyek ji bo derketina çekdaran ji Xûteyê dîtiye, bi taybet jî ew çekdarên ku dixwazin li gel malbatên xwe ji navçeyê derkevin û ti lêpirsîneke yasayî jî li gel wan nayê kirin, lê hîna helwesta çekdarên opozisyonê derbarê wî yekê zelal nebûye.

N.O