HUDA-PAR: Baweriya xelkê bi dadweriya Tirkiyê nema ye
K24 - Navenda Nûçeyan
Hudaparê rexneyên tund li dadgehên Tirkiyê kir, ku bi awayekî serbixwe kar nakin û baweriya xelkê bi dadweriyê nema ye.
Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) Zekeriya Yapicîoglu li bajarê Qeyserî, beşdarî kongirê şaxê partiya xwe bû û da zanîn, ku di heyama 12 salan de, hejmara zindaniyên Tirkiyê 4 car zêde bûye.
Zekeriya Yapicîoglu diyar kir, ku ew wekê parêzerekî dibêje, dadgeh biryarên siyasî didin û neserbixwe kar dikin.
Yapicîoglu got jî: Ji bo jiyaneke mirovî divê dadwerî hebe û mirov jihev bawer bikin. Lê niha baweriya xelkê bi dadgehan nema ye û dadgeh neserbixwe ne û rewşa awarte sitemeke mezin li xelkê dike.
N.O