Gul: Rast e, Sererkan û Peydarê Serokomariyê serdana min kirin

Abdullah Gul îro ew îddia piştrast kir û got: Hulusî Akar û Îbrahîm Kalin serdana wî kirin e, lê gef li wî nexwarine û bêrêzî nekirin e

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê berê yê Tirkiyeyê Adullah Gul serdana Serokerkanê Tirkiyeyê Hulusî Akar a bo wî piştrast kir.

Berî niha hatibû îddiakirin ko, Serokerkanê Tirkiyeyê Hulusî Akar û Berdevkê Serokomariya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin bi helîkopterekê çûne mala Abdullah Gul û gef li wî xwarin e ko, nebe namzetê Serokomariyê.

Abdullah Gul îro ew îddia piştrast kir û got: Hulusî Akar û Îbrahîm Kalin serdana wî kirin e, lê gef li wî nexwarine û bêrêzî nekirin e.

Gul diyarkir: Serdanek wisa çêbû. Ev serdan ber çavê herkesî û roj çêbû. Lewma serdanek nehênî nîn e. Ti gef û bêrêzî jî, li min nekirin. Gotinên wisa ne rast nîn in. Serdana ofîsa min kirin.

 

 

C.B