HDP: Hevpeymaniyê bi HUDA-PARê re nakin
K24 – Navenda Nûçeyan
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hevpeymaniyê bi Partiya Doza Azad HUDA-PARê re nake.
Hevserokê HDPê Sezaî Temellî da zanîn ku di rojeva wan de hevpeymaniyek bi HUDA-PARê re nîn e û ew hevpeymanî nakin. Herwiha diyar kir jî, wan ti hevdîtinan bi HUDA-PARê re jî nekirine.
Berdevkê Hareketa Azadî Sidki Zîlan jî nerazîbûnek tund nîşanî daxuyaniyên Hevserokê HDPê da û got, Sezaî Temellî li dijî HUDA-PARê bêrêzî kiriye.
Berî çend rojan, 5 Partiyên Tifaqa Kurdistanî bi Hevseroka HDPê Pervîn Buldanê ji bo hevpeymaniya hilbijartinan kom bûbûn û daxwaz kiribûn ku HUDA-PAR jî di nav hevpeymaniya wan de cih bigire.
S. B