HUDA-PAR: Di hilbijartinan de piştgîriya Erdogan dikin

Serokê Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) Mehmet Yavuz eşkere kir, ewê di hilbijartinên Serokomartiya Tirkiyeyê de piştgiriya namzetê AK-Partiyê û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) Mehmet Yavuz eşkere kir, ewê di hilbijartinên Serokomartiya Tirkiyeyê de piştgiriya namzetê AK-Partiyê û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan bikin.

HUDA-PAR ku piraniya endam û rêveberên wê Kurd in li avahiya xwe ya bajarê  Stenbolê bi kombûneka rojnamevanî ragihand, ewê di hilbijartinên Serokomariyê de piştgiriya Erdogan bikin.

Mehmet Yavuz got. “Bingeha hilbijartinên 24ê Hezîranê di referandûma 16ê Nîsanê ya sala 2017an de hatibû danîn. Me di wê referandûmê de biryar dabû ku sîstema serokomartiyê ji sîstema parlementeriyê çêtir e û me piştgirî jî kiribû.”

Got jî: “Birêz Recep Tayîp Erdogan viyana xwe ya ji bo berdewamkirina sîstema serokomartiyê ragihandibû û me jî biryar girt ku piştgiriya  Recep Tayîp Erdogan bikin.”

Li Bakurê Kurdistanê, 5 partî û rêxistinên Kurd, ji bo ku di hilbijartinan de wekî bereya Kurd bibin hêz, li hev kiribûn û Tifaqa Kurdistanî ya Hilbijartinan ragihandibûn. Van partiyan xwest ku HDP û HUDA-PAR û HAK-PARê re li ser esasên siyasî di nav tifaqekê de beşdarî hilbijartinên 24'ê Hezîranê bibin, lê daxwaza vê tifaqa berfireh pêk nehat.

 

S. B