Li Efrînê şer di navbera grûpeke çekdar û eşîreyeke Ereban de derket

Li Efrînê ji şeva bûrî ve şer û pevçûn di navbera grûpeke çekdar a opozîsyona Sûriyê û çekdarên Ereb ên eşîra Bobene de derket, ta niha jî berdewam e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Efrînê ji şeva bûrî ve şer û pevçûn di navbera grûpeke çekdar a opozîsyona Sûriyê û çekdarên Ereb ên eşîra Bobene de derket, ta niha jî berdewam e.

Jêderekî ji nava Efrînê ji K24ê re ragihand, ji şeva bûrî ve şer û pevçûn di navbera grûpa Feyleqa Sêyemîn a Artêşa Azad û û çekdarên eşîra Bobene derket û dengê teqeyan ta niha vê sibê jî tê bihîştin.

Wî jêderî da zanîn jî, çekdarên her du aliyan derketine ser xanî avahiyan û bi çekê “Qenas” hejmarek ji taxên Efrînê armanc dikin. Lê ta niha ziyanên her du aliyan û kesên sivîl nehatine aşkerekirin.

Bobene eşîreyeke Ereban a bajarê Minbicê ye, beşek biçûk ji wê ji eşîrê ji berî 25 salan di serdema Serokê Sûriyê yê berê Hafiz Esed ve hat Efrînê û li taxeke biçûk a Efrînê bicih bû.

Bobene ku Serokê wê Diyab El-Maşî bû û nêzîkî Hafiz Esed bû, naskirî ne ku alîgirên rêjîma Sûriyê ne. Li gor zanyariyan jî dema YPG ji Efrînê vekişî, çekdarên Bobene dest danîbûn ser hin komgehên çekên YPGê.

 

S. B