Dengên hilbijartinên Iraqê careke din bi dest tên hejmartin

Peyvdarê Fermî yê Komisyona bilind a serbixwe ya Helbijartinên Iraqê Leys Cabir ragehand, roja 3ê Tîrmehê bi serperiştiya dadweran dê dest bi hejmartina dengan bi dest bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî zêdetir ji meh û nîvekê, Komisyona bilind a serbixwe ya Helbijartinên Iraqê ragehand, roja 3ê Tîrmeha bê bi serperiştiya dadweran dê dest bi hejmartina dengan bi dest were kirin.

Peyvdarê Fermî yê Komisyona bilind a serbixwe ya Helbijartinên Iraqê Leys Cabir da zanîn, hejmartina dengan bi dest dê li parêzgehên Kerkûk, Silêmaniyê, Dihok, Neynewa û Selahedîn destpê bike, ew parêzgehên din jî komisyon dê pilanek ji wan re destnîşan bike.

Herwiha Peyvdarê Komisyona bilind a serbixwe ya helbijartinên Iraqê amaje bi wê yekê kir ku, hemû dengên derve niha dest bi hejmartina wan hatiye kirin.

Tekez kir jî, proseya hejmartina dengan bi dest bi amadebûna çavdêriya neteweyên yekbûyî, nûnerê balyozxaneyan, partî û çacvêrên navnetewî tê kirin. Herwiha her du wezaretên bergirî û navxweyî jî erkê parastina proseyê dikin.

Roja 12ê Gulana bûrî hilbijartinên Iraqê bi rê ve çûbû, Komisyona Bilind a Hilbijartinan ku bi amûreya eliktironî deng hejmartibûn, piştî 6 rojan bi fermî encamên hilbijartinan ragihandibû.

Ji ber ku hin alî û lîsteyên hilbijartinan ji encamên hejmartina dengan bi amûreya eliktironî nerazîbûn û gotin ku sextekarî hatiye kirin, gilî tomar kirin, piştre jî parlemantoya Iraqê biryara hejmaretina dengan bi dest da.

 

S. B