Eger e “Komîta Destûrê” di Astana 10 de neyê gotûbêjkirin

Ji bo beşdarîkirina di civîna Astana 10 de, Nûnerê Taybet ê Netewên Yekgirtî Staffan de Mistura gihîşt bajarê Sochi yê Rûsî, tê pêşbînîkirin pirsa pêkanîna komîta destûra Sûriyê neyê gotbêjkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji bo beşdarîkirina di civîna Astana 10 de, Nûnerê Taybet ê Netewên Yekgirtî Staffan de Mistura gihîşt bajarê Sochi yê Rûsî, tê pêşbînîkirin pirsa pêkanîna komîta destûra Sûriyê neyê gotbêjkirin.

Biryar e îro û sibe 30 û 31 vê mehê gera Astana 10 bi beşdariya nûnerên Rûsya, Îran, Tirkiye û şandên hikûmet û opozîsyona Sûriyê li Sochi birêve biçe, Netewên Yekgirtî û Urdinê jî wek çavdêr beşdar dibin.

Li gor hin şopîneran, piştî pêşketina artêşa Sûriyê li başûrê Sûriyê, Rûsya hewl dide pirsa sereke ya Komîta Destûrê di vê gerê de bipaş bixwe û mijarên wek encamên dawî yên şerê li dijî terorê, pirsa vegera koçberan û rewşa mirovî li Sûriyê gotûbêj bike.

Ji bo Komîta Destûrê her yek ji rêjîma Sûriyê û opozîsyona wî welatî lîsteya nûnerên xwe ku ji 50 navî pêk tê pêşkêşî Nûnerê Taybet ê Netewên Yekgirtî Staffan de Mistura kiribûn.

Avakirina Komîta Destûrê ya ku De Mistura li ser kar dike, di civîna Sochi ya di meha Çileya bûrî de biryar li ser hatibû dayîn.

  

S. B