Xwepêşandanên nerazîbûnê li Îranê belav dibin
K24 – Navenda Nûçeyan
Xwepêşandanên nerazîbûnê li Îranê belav dibin, ligor aghadariyan ev roja sêyemîn e li bajarên mezin ên Îranê xwepêşandanên protestoyê berdewam in.
Ligor rojnameya Şerq el Ewsat li Isfahan, Şîraz û Meşhed bi egera xerabûna rewşa aborî, xelk xwepêşandanên nerazîbûnê lidar dixe.
Ji aliyê xwe ve, Hêzên Ewleyî yên Îranê bi tundî bersîva xwepêşanadanan didin û hember xwepêşandaran gaza rûndikrêj bikar tînin. Heman demê bal dikşînin ku, rê nadin xwepêşandanên neyasayî rû bidin.
Lê biser vê yekê de jî, ligor agahdariyan xwepêşandan berfereh dibin. Li Tehran a paytexta Îranê xwepêşandan destpê kirin e.
C.B