Lîreya Tirkî li hember Dolar rîkordeke nû tomar kir

Lîreya Tirkiyê li hember Dolara Amerîkî rîkordeke nû ya daketinê tomar kir û yek Dolar bû 5.18 Lîre.

K24 – Navenda Nûçeyan

Lîreya Tirkiyê li hember Dolara Amerîkî rîkordeke nû ya daketinê tomar kir û yek Dolar bû 5.18 Lîre.

Yek Dolarê Amerîkayê vê sibê gehîşt 5.18 Lîre. Ji serê salê ve lîreya Tirkiyê hember Dolarê Amerîkî sedî 34 nirxê xwe winda kiriye.

Piştî krîza keşeyê Amerîkî ya navbera Tirkiyê û Amerîka û daxuyaniyên tund yên rayedarên Amerîkayê bandoreke mezin li nirxê Lîreya Tirkî dike.

Amerîka wek gaveke yekem, milk û hebûnên du Wezîrên Tirkiyê yên li Amerîkayê rawestandibû û hişyarî dabû Tirkiyê eger ku Keşeyê Amerîkî Andrew Brunson neye berdan ewê serî li dorpêçên din bidin.

 

S, B