Gencan Al ên Kurdistanê û PDK li Kerkûkê bilind kirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Piştî 16 Cotmeha sala borî û dagîrkirina Kerkûk û navçeyên din yên Kurdistanî ji aliyê Heşda Şebî ve, Alayên Kurdistan û Partiya Demokrat a Kurdistanê li hemû cihên giştî û Baregehên dagîrkirî hatin jêkirin. lê îro û bi helkefta 16ê Tebaxê, 72emîn salvegera damezrandina Partî, alîgirên PDK li Kerkûkê xwebexşane tehedaya desthelata dagîrkeran kirin û li piraniya rêyên sereke û cihên giştî û baregehên berê yên Partiya Demokrat a Kurdistanê Alayên Kurdistan û Partî bilind kirin.
Ev kar jî wek derbirîna xweşiyê ji bo salvegera damezrandina Partî û Kurdistanîbûn a bajarê Kerkûkê.
C.B