HDP û saziyên sivîl ji destpêkirina pêvajoyeke nû bêhêvî ne

Li Bakurê Kurdistanê amadekariyên pîrozbahiya "1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê" tên kirin.

 

K24 – Diyarbekir

Li Bakurê Kurdistanê amadekariyên pîrozbahiya "1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê" tên kirin. Lê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Komeleya Mafên Mirovan ÎHD ne di wê baweriyê de ne ku di demeke nêz de aştî û aramî li bakûr û Tirkiye bê peyda kirin û sedemên vê yekê jî siyaseta AK Partiyê ya li navxweyî û derveyê welat dibînin.

Ji bo ku li welat û cîhanê jiyaneke aşitiyane hebe di "1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê" de partiyên siyasî, sazi û rêxistin civaka sivîl li qadan dê careke din bangî rayedaran bikin ku vegerin ser maseyê diyalogê. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî dê di nav plansaziyên pêşwazîkirina "1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê"de cih digere, lê belê parlementerê HDP'ê yê Diyarbekirê Adnan Selçûk Mizrakli dibêje; ji ber polîtîqaya ku niha Enqere li ser gelan dimeşîne, di demeke nêzîk de aştî û aramiyek xuya nake.

Adnan Selçûk Mizrakli ji K24ê re wiha axivî: "Em nêzî 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê dibim, lê em nikarin bibêjin em, rihê me, civaka me û siyaseta ku niha tê kirin nêzî aştiyê dibe. Heta ku Enqere siyaseta xwe neguhere aştî dê dûr be mixabin. Roja Şemiyê jî destlêwerdanî dayikên ku ev 700 hefte ye li edaletê digeriyan kirin. Bi vê hişmendiyê aştî nayê."

Di dema pêvajoya aştiyê de li Bakûrê Kurdistanê şer û alozî çênedibû, tû kesê canê xwe ji dest nedida. Heta di raporên Komeleya Parastina Mafên mirovan de jî binpêkirina mafên mirovan di asteke herî jêr de bû. Sekretera Komeleya Mafê Mirovan ya Şaxa Diyarbekirê Yuksel Aslan Acer jî got, civakê bêriya aşitî û aramiyê kiriye.

Yuksel Aslan Acer dibêje: "Şer ji bo galan êş e, talankirina xwezayê ye lê bi rastî şer ji bo zarokan êşeke mezintir e. Lê dema ku gel li aşitiyê xwedî derkeve, dê bikaribin jiyaneke aştiyane ava bikin; ji ber ku aşitî ji bo gelan e. Divê ji bo aştiyê berxwedana herî mezin gel bike."

Li gor nêrîna HDP'ê, komeleya mafê mirovan û rêxistinên civakî sivîl ji ber hevkariya AK Partî û MHP'ê û siyaseta Tirkiye ya derveyê welat heyameke aştiyê di demeke nêz de xûya nake. Aliyên nêzî AK Partiyê jî amaje dikin ku astengiya herî mezina ku li pêşiya aştiyê ye rêxistina çekdar e. Ji aliye din ve hêvî û daxwaza xelkê jî ew e ku peyamên ku dê di "1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê"de werin dayîn bersiv bibînin.