Li ser ala Kurdistanê lêpirsîn li gel Zerîf tê kirin

Cewad Zerîf: Tevî ku Celal Talebanî di şerê Îran û Iraqê de, gellekî alîkariya me kir, lê min li ber termê Talebanî xwe neçemand, ji ber ku ez tenê xwe li pêşiya ala Îranê diçemînim.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Di civîneke Perlemana Îranê de, nûnerê xelkê Urmiyê (Nadir Qazîpûr) rexne li wezîrê derve yê Îranê (Cewad Zerîf) kir, ku di merasîma veşartina termê Celal Talebanî de, Zerîf li pêşya ala Kurdistanê rawestiya bû, li cihekî bû ku dijberên Îranê û piştevanên referandumê lê amade bûn.

Wezîrê derve yê Îranê di bersiva xwe de got: Ez bi haydarî û piştevaniya Supaya Qudisê û Supaya Pasdaran û Encûmena bilind a Ewlehiya Netewî ya Îranê, di wê merasîmê de beşdar bûm.

Zerîf got jî: Em li dijî referanduma Herêma Kurdistanê bûn û li cihê cenazeyê jî, hin xelk ji Iraqê û Herêma Kurdistanê hebûn, ku li dijî referandumê bûn.

Herwiha wî perlemanterî rexne li Zerîf kir, ku li pêşya ala Kurdistanê rawestiya bû û rêz lê digirt. Di beramber de, Cewad Zerîf bersiv da û got: Tevî ku Celal Talebanî di şerê Îran û Iraqê de, gellekî alîkariya me kir, lê min li ber termê Talebanî xwe neçemand, ji ber ku ez tenê xwe li pêşya ala Îranê diçemînim.

N.O