Sûriye: Mafê kesî nîn e ji bo Idlibê rê liber me bigre

Ce'ferî got jî, ligor yasa û prensîbên navdewletî, ji mafê hikûmeta Sûriyê ye grûbên terorî ji parêzgeha Idlibê derxîn e...

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê Sûriyê li Neteweyên Yekgirtî Beşar Ce'ferî di civîna Civata Asayişa Navdewletî de ragihand, Amerîka, Brîtanya û Fransa serokatiya xwe ya Civata Asayişê li dijî Sûriyê bikar tîn, in ku di dema serokatiya wan de çendîn civîn ji bo arastekirina tometan ji bo Sûriyê lidar xistin e. Tekez kir, her sê welat sedemên sereke, ji êş û azarên welatiyên Sûriyê re ne.

Ce'ferî got jî, ligor yasa û prensîbên navdewletî, ji mafê hikûmeta Sûriyê ye grûbên terorî ji parêzgeha Idlibê derxîn e, û ne ji mafê tu welatekî ye, rê li pêşiya Sûriyê bigre, ku aramî û ewlekariyê vegerînin parêzgeha Idlibê.

Ev demek e liser pêkanîna Operasyona Idlibê tê rawestan. Ligor çavkaniyên liser erdê Rûsya, Îran û hevalbendên din ên rejîma Şamê piştgiriyê didin vê Operasyonê. Lê welatên rojava û bi taybetî Amerika lidij pêkanîna Operasyonê radiweste.

 

 

C.B