PDK: YNKê lihevkirina siyasî têk da

Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) daxuyaniyek belav kir û ragihand, Ewê vê carê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê kiriye, têkdana lihevkirinê bû, ev jî ji bo yekalîkirina postê Serokomar, destpêkeke xirap e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) daxuyaniyek belav kir û ragihand, Ewê vê carê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê kiriye, têkdana lihevkirinê bû, ev jî ji bo yekalîkirina postê Serokomar, destpêkeke xirap e.

Îro Polîtburoya PDKê bi serperiştiya Serok Barzanî civiya û pêdaçûn di proseya siyasî ya Iraqê û rûdanên vê dawiyê ji rewangeha parastina yekrêzî û navmala Kurdî de kir.

Di daxuyaniya Polîtburoya PDKê de hat, “Derbarê mîkanîzma hilbijartina Serokomarê Iraqa Federal de, tekezî li ser wê dikin, ku Serokomar ji destkefta Kurd gelê Kurd e û ne pişkî ti aliyekî siyasî ye. Her dem di çarçova lihevkirina hêzên siyasî yên Kurdistanî dihat yekalîkirin. Ewê vê carê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê kiriye, têkdana vê lihevkirinê bû, ev jî ji bo yekalîkirina postê Serokomar, destpêkeke xirap e.

Di beşeke din a daxuyaniya PDKê de hat, “Ji ber wê, em vê postê û awayê danana vê carê bi nûneratî û destkeftê gelê Kurdistanê nizanin. Herwiha deriyek vekir ku xelkekî din, ne nûnerên gelê Kurdistanê, biryarê li ser wê destkefta me bide.”

Derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de Polîtburoya PDKê got: “PDK bi girîngî li pêngavên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê dinire û beşdarî guftûgoyan jî bû, bi taybet jî ku bi girîngî dizane ku di Iraqa nû de her pêkhateyek bi destkeftên xwe yên di destûrê de hatine pesendkirin behremend bin. Niha pêngavên pêkanîna hikûmeta nû bi hûrî dişopînin û dema xwe de biryara pêwîst didin.”

 

S. B