Balyozê Siwêdê li Iraqê ji pêşketina Kurdistan24ê sersam e

Balyozê Siwêdê li Iraqê sersamiya xwe ji pêşketina Kurdistan24ê derdibirî ku gelek caran bûye jêdera nûçeyên medayayên cîhanê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Balyozê Siwêdê li Iraqê sersamiya xwe ji pêşketina Kurdistan24ê derdibirî ku gelek caran bûye jêdera nûçeyên medayayên cîhanê.

Îro 10.10.2018an Balyozê Siwêdê li Iraqê Pontus Melander serdana Kurdistan24ê kir û ji aliyê Rêvebirê Giştî yê Dezgeha Kurdistan24ê bo Ragihandin û Lêkolînan Nûredîn Weysî ve pêşwazî lê hat kirin.

Balyozê Siwêdê û şanda pê re li beşên cuda yên Kurdistan24ê geriyan û di guftûgoyekê ligel Rêvebirê Giştî ya Kurdistan24ê de, sersamiya xwe ji pêşketina wê dezgehê derbirî, bi taybetî ku gelek caran bûye jêdera nûçeyên medyayên cîhanê.

Ji ber girîngî û pêgeha Kurdistan24ê wek navendeke medyayî ya bibandor li Herêma Kurdistanê, navçê û cîhanê, bûye cihê girîngîpêdana dîplomatkar, nûnerên welatan û şandên derve, ku dema serdana Kurdistanê dikin, beşek ji wan ji nêzîk ve serdana dezgehê dikin û beşdarî bername û nûçeyên wê dibin.