Serokê Firensa pêşwaziya Nadya Murad kir

Piştî civîna Murad li gel Serokê Firensa, Hikûmeta wî welatî biryar da, ku sed keç û jinên Êzdî yên ji destê DAIŞê rizgar bûne werbigire, ji bo çarekirina derûnî tendirustî, ji wan re pêşkêş bike.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Îro Serokê Firensa Emmanuel Macron, pêşwazî li çalakvana Kurd ya helgira xelata Nobelê (Nadya Murad) kir û soz da, ku welatê wî pêşwaziyê li 100 jinên êzdî bike.

Piştî ku Nadya Murad, karî xelata Nobel a Aştiyê bidestve bîve, ji aliyê serokê Firensa ve, ji bo serdana Parîsê hat vexwendin.

Herwiha piştî civîna Murad li gel Serokê Firensa, Hikûmeta wî welatî biryar da, ku sed keç û jinên Êzdî yên ji destê DAIŞê rizgar bûne werbigire, ji bo çarekirina derûnî tendirustî, ji wan re pêşkêş bike.

Di wê civînê de jî, Macron soz da ku serperiştiya wê sindoqa diravî bike, ya ku Nadya ji bo jinûavakirina navçeyên wêranbûyî yên Şingalê terxan kiriye.

N.O