Akar: Bexda û Hewlêr li dijî PKKê gavên bibandor navêjin

Hikûmeta Tirkiyê radigihîne, ji ber ku Bexda û Hewlêr li dijî PKKê gavên bibandor navêjin gefa PKKê ya li ser Tirkiyê berdewam dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Tirkiyê radigihîne, ji ber ku Bexda û Hewlêr li dijî PKKê gavên bibandor navêjin gefa PKKê ya li ser Tirkiyê berdewam dike.

Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê Hulusî Akar ji medyaya Tirkiyê re axivî û da zanîn, Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber ku li dijî PKKê gavên bibandor navêjin gefa PKKyê ya li ser Tirkiyê berdewam dike.

Akar tekez kir jî, heta ew dawiya PKKê tînin, dê operasyonên wan ên di nav sînorê Iraqê de berdewam bikin.

Ji meha Adara bûr ve, artêşa Tirkiyê li dijî gerîlayên PKKê li nava xaka Başûrê Kurdistanê dest bi operasyoneke esmanî û bijayî kiriye.

Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê herwiha careke din gef li YPGê jî xwar û got, ji bo Tirkiyê soz hatibû dayîn YPG ji Menbiçê vekişe. Lê YPG venekişiya ye û li Menbiçê xendekan dikole. Ewê şerê YPGê jî bikin.

 

S. B