Demirtaş pîrozbahiya ji dil a Platforma Zimanê Kurdî dike

Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş ku di Zîndana Edîrneyê de girtî ye, bi kêfxweşiyeke mezin pêşwaziya Platforma Parastina Zimanê Kurdî dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş ku di Zîndana Edîrneyê de girtî ye, bi kêfxweşiyeke mezin pêşwaziya Platforma Parastina Zimanê Kurdî dike.

Demîrtaş ji Zîndana Edîrneyê bi rêya parêzerê xwe nameyek gihand Platforma Zimanê Kurdî û aliyên ku di damezrandina platformê de cih girtine pîroz kirin. Demîrtaş got, divê zimanê dayikê di warê perwerde, aborî, civakî û siyasî de, bi awayeke azad were bikaranîn.

Di nameya xwe ya bi Kurdî de Demîrtaş da xuyakirin, ew bi dil û can piştevaniya vê xebatê dike û hêvî dike ev bibe pêngaveke mezin di warê bikaranîna zimanê Kurdî de. Demîrtaş got, ew jî niha di zîndanê de bi kelecaneke mezin xwe di zimanê Kurdî de pêş dixe.

Selahedîn Demîrtaş, tevî hevseroka berê ya HDPê Fîgen Yuksekdag û 12 hevalên xwe yên parlamenter, beriya du salan 4'ê vê mehê hatibûn zîndanîkirin.

 

 

C.B