Şêwekarî di rastiya xwe de dîmeneke azadiyê ye

Şêrîhan Beklero

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwekara Kurd a Efrînî Şêrîhan Beklero, ku ji ber şerê li Sûriyê neçar bû di sala 2013an de koçber bibe, destpêkê demekê li Tirkiyê dimîne û piştre di sala 2016an de penaberî Almanyayê dibe, reng û sirûşta Çiyayê Kurmênc “Efrîn” di tabloyên xwe de hildigire û ber bi esmana cibicîkirina xewnên xwe difire. Tevî ezmûneke ne dûr û dirêj, lê karî wek şêwekareke jin xwe di cîhana hunera şêwekariyê de biçespîne û rêz ji firçe û rengên wê re bê girtin. Şêrîhan Beklero li ser huner, ezmûn û jiyana xwe wiha bersivên Kurdistan24ê da.

Şêwekara Kurd a Efrînî Şêrîhan Beklero derçûya kolîja Felsefeyê ji zanîngeha Helebê ye û wênexêzî û peykersazî li Navenda Tişrîn a Hunerên Ciwan xwendiye. Şêrîhan ji sala 2009an û ta 2011an li Helebê beşdarî gelek pêşangehên Navenda Tişrîn a Hunerên Ciwan bû. Herwiha li Almanya sala 2017an beşdarî pêşangehekê li bajarê Willich û pêşangeheke din li bajarê Krefeld bû. Li Siwêdê jî ligel şêwekar Selam Ehemd pêşangeheke hevbeş li bajarê Karlstad vekir, herwiha li bajarê Saffle jî pêşangeheke tekane vekir.

Şêrîhan Beklero li ser destpêka xwe bi vê hunerê re dibêje: Heta di rêwîtiya penabertiyê de rengên min her bi min re bûn, ji ber ku behreya hunermend ne ji xalekê ve dest pê dike û di ber xalekê de radiweste, ew ji hinava mirov dize û piştre bi tevliheviya hest û rengan bi awayekî li ser tabloyê diyar dibe. Tiştê ku ez ber bi vê hunerê ve kişandime, pêwîstiyeke giyanê min e û ji aliyekî din ve bihlêlim xelk bi min re çêja rengvedana heyînê di riya firçeya şêwekar û hestê mirovekî sade re bikin.

Herwiha dibêje: Ta ku kesek wênexêziyê bike, ew bi hewceyî behreyekê ye, ti dahênan bê behre nîn e, lê dema behreya wî hebe, pêwîstî bi arastekirina wê behreyê û pêşxistina wê dibe ta bigihe qonaxa dahênanê.

Li ser tabloyên xwe dibêje: Hûn di tabloyên min de coş û hestên min dibînin, ez tiştê di hinava xwe de xêz dikim û li gor derûniya xwe bi boyaxan rengîn dikim. Rengên xwe ji sirûşt û bedewiya Efrînê werdigirim. Ezmûna min babetên tabloyên min in, her qonaxek ji qonaxên jiyanê para wê di tabloyên min de hene. Nîşandana tiştê di hundirê mirov de, derbirîna rast a hestê ye, wek mînak dema bi keça Îlyana ducanî bûm, bi hest û zîziya dayiktiyê dihesiyam, îca min firçeya xwe dixiste destê xwe û wêneya jina dê ya ku sembola dayînê ye berceste dikir.

Derbarê hunera şêwekariyê de kûrahî û rehendên de, got: Şêwekarî di jîngeh yan civakekê de, di rastiya xwe de dîmeneke azadiyê ye. Bi vê taybetmendiyê şêwekar dikare kûrahî, nebîna û razên xwe bibîne. Herwiha dikare razên sirûşta li dora xwe bibîne. Ferehiya kûrahî û hişmendiya bi rehendên bedewiyê, ne ji bilî zêdebûna proseya afirandin, nûkarî û dahênanê di ramana azad de ye.

Şêwekara Efrînî Şêrîhan Baklero li ser bandora sirûşta Efrînê li ser kesayetiya wê dibêje: Efrînê hêsanî û hezkirina jiyanê û sirûştê di kesayetiya min de çand û rengên wê di hişê min hatin kutan, niha jî wan rengan li tabloyên xwe vedidim.

Derbarê tevegera şêwekariyê ya jina Kurd û derfet û astengiyên li pêş wê, Şêrîhan Beklero wiha diaxive: Derbasbûna jina Kurd ji hunera şêwekariyê re, serketina bi ser wan kul û derdên ku di xeyala civaka Kurdî de girtibûn bû. Ev derbasbûn jî hin caran rastî dorpêçkirinê ji aliyê riwangeha nêrsalarî ya ji çandê re tê. Hebûna jinê di hundir vê ezmûna şêwekariyê de wek dahênan yan babeteke hunerî hin astengiyan tê. Ev rewşa jina Kurdî ji ya cîhanî dernakeve, ku fîlosofa bûnxwaziyê (existentialism) Simone de Beauvoir di pirtûka xwe ya navdar “Regeza Duyem” de baş li ser wê derbirî.

Herwiha got jî: Ji bilî wan astengiyan, hin astengiyên din jî li pêş dahênaniya jinê hene wek jiyana hevjînî û rola wê wek dayik û erkên wê. Şêwekariya jinê ya Kurdî dahênaneke bêdawî ye, lê pêwîstiya wê bi piştevaniyê heye. 

Derbarê ezmûna penabertiyê û gihîştina wê ji Almanyayê re. Şêrîhan Beklero dibêje: Penabertî bi xwe navê xwe hildigire, ew dûrî, cudabûn û koçberiya ji welêt e. Ew tiştê ku em wê naxwazin e, lê ew para me ji jiyanê ye. biqasî karînên xwe bizavê dikim fêrî zimên bibim, ji ber ku ew kilîta derbasbûna nava her civakekê ye. Li ser astê hunerê jî, tevlî grûpeke şêwekarên Alman û ji regezên din bûme, ji min re ezmûnek e cureyî ye ku nûnertiya welatê xwe di nava wan hunermendên biyan de bikim. Dibe ku jî penabertî deriyek ji bo çespandina hebûna xwe di vê hunerê de be.