Serîlêdana parêzerên Demirtaş hate redkirin

Piştî Biryara Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropa jibo serbest berdan a Hevserokê berê yê HDPê Selahaddîn Demirtaş, parêzerên wî ji bo serbest berdan a muwekilê xwe serî li Dadgeha Bilind ya Tirkiyê dabûn, lê ev daxwaz hate redkirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî Biryara Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropa jibo serbest berdan a Hevserokê berê yê HDPê Selahaddîn Demirtaş, parêzerên wî ji bo serbest berdan a muwekilê xwe serî li Dadgeha Bilind ya Tirkiyê dabûn, lê ev daxwaz hate redkirin.

Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê, bi sedema girtina Demirtaş, ku ne ligor bingehên yasayî ye, biryar a serbest berdan a wî  ji hîkûmeta Tirkiyê kiribû.

Parêzerên Selahaddîn Demirtaş jî, piştî biryara Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropa, serî li Dadgeha Bilind ya Tirkiyê dabûn, ku mûwekilê wan serbest berdin.

Lê ev serlêdana wan parêzeran, hate redkirin.

Dadgeha Mafê Nirovan ya Ewropa, li ser girtina Demirtaş,  25 Hezar Ewro  ciza ser Tirkiyê sepandi bûn.

Piştî Biryara Dadgeha Ewropa, Erdogan dabû zanîn: Ev biryar wan girênade.

 

 

C.B