Li Tileferê teqîn.. 15 kes bûn qurbanî

Li bajarokê Tileferê yê li rojavayê Mûsilê dikeve teqînekê rû da û di encamê de herî kêm 15 kes bûne qurbanî.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarokê Tileferê yê li rojavayê Mûsilê dikeve teqînekê rû da û di encamê de herî kêm 15 kes bûne qurbanî.

Li gor medyaya Iraqê, otombîleke bombekirî li bazareke navçeya Reis El-Cade ya Tileferê teqiya û di encamê de 3 kesan canê xwe jidest dan û 12 kes jî birîndar bûn.

Ta niha ti grûpeke berpirsatiya xwe di ber teqînê de ranegihandiye, lê tê gûmankirin ew êrîş ji aliyê DAIŞê ve hatibe kirin.

Li gor amarên UNAMI, di heyamamehekê de 41 kes di encamên teqînên cuda ên Iraqê canê xwe jidest dane û 73 kes jî birîndar bûne. Beşê mezin ji qurbaniyan li bajarê Bexdayê bûye.