Tirkiye ji bo Operasyonê li piştgiriya Rûsya digere

Hikûmeta Tirkiyê hewl dide ji bo operasyoneke dijî YPGyê piştgiriya Rusyayê werbigre û ji bo vê jî, şandeke bilind a Tirkiyê serdana Rusyayê dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Tirkiyê hewl dide ji bo operasyoneke dijî YPGyê piştgiriya Rusyayê werbigre û ji bo vê jî, şandeke bilind a Tirkiyê serdana Rusyayê dike. Ger serdana şandê erênî derbas bibe, tê çaverekirin Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan jî biçe Rusyayê û digel Putîn kom bibe.

Hemû hewlên Tirkiyê ew in ko, piştî vekişîna Amerîkayê, desthilata xwe zêdetir bike û YPG li rojavayê Kurdistanê nemîn e. Lê heta niha ne zelal e Rusya piştî vekişîna Amerîkayê, dê Rusya çi bersiv bide Tirkiyê.

Hikûmeta Tirkiyeyê hewl dide ji bo operasyoneke dijî YPGyê, piştgiriya Rusyayê werbigre. Bi vê armancê jî şandeke bilind a Tirkiyeyê serdana Moskowayê dike.

Şandeya Tirkiyeyê ji Wezîrê Derve Mewlût Çavuşoglu, Wezîrê Berevaniyê Hulusî Akar, Serokê MÎTê Hakan Fîdan û Berdevkê Serokomariya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalinî pêk tê rojeva sereke ya serdana wan gotûbêjkirina vekişîna Amerîkayê û operasyona dijî rojhilatê Firatê ye.

Lewra Tirkiye amedekariya operasyoneke leşkerî dijî YPGyê dike û ji bo vê jî divê Rusya piştgiriya Tirkiyeyê bike. Di nava vê piştgiriyê de vekirina qadên asimanî bo balafirên Tirkiyeyê heye û ger Rusya qadên asimanî ji balafirên Tirkiyeyê re veneke, zehmet e Tirkiye operasyon bike. Lewra Tirkiye di roja yekê ya operasyona Efrînê de 72 balafirên şerî bikaranîbû û digel vê yekê jî Efrînê pir bi zehmetî kontrol kiribû. Lê niha hevsengiyên li Suriyeyê gûherî û eger heye Rusya vê derfetê nedê Tirkiyeyê. Mirov vê egerê him ji bûyer û serdanên dawî, him jî ji daxûyaniyên rêveberên PKK û PYDyê têdigihe.

Koma Civakên Kurdistanê KCK piştî vekişîna Amerîkayê balê kişandibû li ser hevsengiyên nû yên Suriyeyê û diyar kiribû ko gûherînên nû dê pilanên Tirkiyeyê hilweşîne.

Berpirsê pêwendiyên derve yê PYD Salih Mûslim jî behsa hevsengiyên nû dikir û digot di navbera Tirkiye, Îran û Rusyayê de nakokiyên kûr hene û piştî vekişîna Amerîkayê ev nakokî dê eşkere bibin. Ew jî dê li gor van berjewendiyên xwe tevbigerin û dikarin bi herkesî re rûnin.

Piştî van daxûyaniyan Encûmena Suriyeya Demokratîk ji nişkave çû bû Rusya û Fransayê daxwaza alîkariyê kiribûn. Piştre Seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed gotibû cîhan hebûna Tirkiyeyê ya li Suriyeyê red dikê û piştgiriya YPGyê dike. Herwiha hevdîtinên wan ên digel rejîma Suriyeyê jî erenî derbas dibin.

Tam di vê navberê de rêveberê TEV-DEMê Aldar Xelîl jî bang li rejîma Suriyeyê dike ko leşkerên xwe deyne li ser sînor û ji êrîşên Tirkiyeyê biparêz e.

Ev daxûyaniyên henê nîşan didin ko li Suriyeyê pêvajoyek nû destpê kiriye û operasyona rojhilatê Firatê dê ne wekî ya Efrînê hêsan be. Lê ya herî girîng jî helwesta Rusyayê û wê jî heta niha xwe zelal nekiriye. Ev jî dê piştî serdana şandeya Tirkiyeyê eşkere bibe.

 

 

C.B