Ji bo operasyona Minbicê şandeke Tirkiyê serdana Rûsyayê dike

Îro şandeke bilind a Tirkiyê ji bo wergirtina piştgiriyê ji operasyoneke li Rojavayê Kurdistanê serdana Rûsyayê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro şandeke bilind a Tirkiyê ji bo wergirtina piştgiriyê ji operasyoneke li Rojavayê Kurdistanê serdana Rûsyayê dike.

Wezîrê Derve Mewlût Çawîşoglu, Wezîrê Berevaniyê Hulusî Akar, Serokê MÎTê Hakan Fîdan û Nûnerê Taybet ê Serokomarê Tirkiyeyê ji bo gotûbêjkirina operasyoneke li rojhilatê çemê Firatê û vekişîna Amerîkayê ji Sûriyeyê serdana Moskowayê dikin.

Tirkiye dixwaze Rûsya ji bo operasyoneke li dijî Menbiç û rojhilatê Firatê qadên esmanî yên Sûriyeyê ji bo firokeyên Tirkiyeyê veke.

Ji aliyekî din ve, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan jî gotibû piştî vegera şanda Tirkiyê ew dixwaze biçe Rûsyayê û ligel Serok Putîn kom bibe.

Ev yek serdana şanda Tirkiyê piştî wê yekê tê, Serokê Amerîka biryara vekişîna hêzên Amerîka ji Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê dabû û di pêwendiyeke telefonî bi Erdogan re gotibû: “Sûriye ji te re ye.”

Berdevkê Serokatiya Rûsyayê Dimitry Peskov derbasbûna hêzên rêjîma Sûriyê bo Minbicê bi erênî binav kir û ragihand ku hildana ala hikûmeta Sûriyê li Minbicê, gaveke erênî ye û da zanîn ku di hevdîtina bi şanda Tirkî re dê pirsa Minbicê gutûgo bikin û hewl bidin bigihin rêkeftinekê.

Duhî jî Fermandariya Giştî ya Artêş û Hêzên Çekdar ên Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihandibû, yekîneyên ji artêşa Sûriyê derbasî gundewarê Minbicê bûne û ala Sûriyê li wê derverê hildane.

Peyamnêrê K24ê li Minbicê dabû zanîn, ta niha hêzên rêjîmê derbasî Minbicê nebûn, lê tê çaverêkirin di demên pêş de derbasî bajarê Minbicî bibin.

 

S. B