Namzetê AK Partî bo Şaredariya Stenbolê, Binalî Yildirim e

Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Receb Tayîb Erdogan got, namzetê wan bo serokatiya Şaredariya Stenbolê, Serokê Parlamentoya Tirkiyê û Serokwezîrê berê Binalî Yildirim e

K24 – Navenda Nûçeyan

Namzetê AK Partî bo Serokatiya Şaredariya Stenbolê, Binalî Yildirim e.

AK Partî bi armanca diyarkirina namzetên şaredariyên Bajarê Mezin yê Stenbolê 34 navçeyên girêdayî, ahengek saz kir.

Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Receb Tayîb Erdogan got, namzetê wan bo serokatiya Şaredariya Stenbolê, Serokê Parlamentoya Tirkiyê û Serokwezîrê berê Binalî Yildirim e.

CHP jî hê berê Ekrem Îmamoglu wek namzetê Şaredarî destnîşan kiribû.

Di hilbijartinê de MHP piştevaniya AK Partî, Îyî Partî jî piştevaniya CHP dike. HDP hê helwesta xwe bo Stenbolê diyar nekiriye.

 

 

C.B