"Biryara Îranê dê berê Tirkiyê bide bazara Kurdistanê"

Parlemantoya Îranê di 20ê Çile de biryar da ku hezar û 339 berhamên ku pêdiviyên jiyanî, xurekên hişk, amûrên tenduristiyê, berhemên make up ê û teknolojik jî di nav de êdî ji Tirkiyê neyê hawirdekirin
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Tirkiye û Îran yên ku di warê aborî de xwedî pêwendiyên baş bûn piştî biryara gemaroyên Amerîkayê û nêzîkbûna Tirkiyê ya bi Amerîkayê re lawaz bibûn. Herî dawî parlemantoya Îranê biryara da ku bi hezaran berheman ji Tirkiyê hawirde neke. Pisporên Tirkiyê dibêjin ev biryara Îrnê dê aboriya Tirkiyê bixe qonaxeke xeter. Ligel vê yekê hin pispor jî dibêjin ku ev biryara Îranê dê berê bazirganên Tirkiyê zêdetir bide bazara Kurdistanê.

Parlemantoya Îranê di 20ê Çile de biryar da ku hezar û 339 berhamên ku pêdiviyên jiyanî, xurekên hişk, amûrên tenduristiyê, berhemên make up ê û teknolojik jî di nav de êdî ji Tirkiyê neyê hawirdekirin. Ev berhamên ku ji aliyê Îranê ve hatine qedexekirin berhemên herî zêde ji aliyê Tirkiyê ve bo Îranê tene hinardekirin in.

Loma Pisporên aboriya Tirkiyê yên ku balê dikşînin ser pêwendiyên bazirganî yên navbera Tirkiye û Îranê de dibêjin ku ev biryara Îranê dê hinardeya Tirkiyê ya bi Îranê re gellek lawaz bike.

Aborînas Prof. Dr. Yalçin Karatepe li ser vê pirsê ji K24ê re got: "Beriya her tiştî di navbera Tirkiye û Îranê de di warê bazirganiyê de gelek peywendiyên xurt hene. Herî dawî li gor daneyên TUÎKê, di lîstaya welatên ku em herî zêde berheman difiroşinê Îran jî cîh digre. Ji ber vê yekê bazirganiya bi Îranê re girîng e. Ji ber kêmbûna daxwaza piyasaya navxweyî û kêşeyên aborî û ji bo çareseriya vê yekê jî Tirkiye neçar e berê xwe bide hinardeyê. Lê belê qedexeyên Îranê di vê proseya ku aboriya Tirkiye xirabe de dê bandoreke gelekÎ neyînî li ser aboriya Tirkiyê bike.”

Li gorî daneyên fermî yên Saziya Amarê ya Tirkiyê (TÛÎK) Hinardeya Tirkiyê ya bi Îranê re di dawiya sala 2018an de ji 5 mîlyar Dolarê daketiye 2 milyar Dolarî. Herwiha tê gotin qedexekirina hawirdeya hezar û 339 berhemên ji Tirkiyê dê rêjeya hinaredeya Tirkiyê ya bi Îranê ji sedî 45 kêm bike.

Ji ber vê çendê li gorî hin pisporan jî veberhênanên Tirkiyê ji bo ku berhemên di destê xwe de hinarde bikin bêgûman dê berê xwe bidin bazara Kurdistanê.

Pisporê Navenda Lêkolînên Îranê Mehmet Koç ji K24ê re wiha axivî: “Taybetî ji ber gemaroyên ku ji aliyê Amerîkayê hatine karîgerkirin Îran zêdetir berê xwe dide hilberîna navxweyî. Helbet ev biryara Îranê dê bandoreke neyînî li ser aboriya Tirkiyê bike. Ji ber ku yek ji welatê herî zêde Tirkiye hinardeyê pê re dike Îran e. Bazirgan û weberhênanên Tirkiyê bêgûman dê weke bazareke mezin berê xwe bidin Herêma Kurdistanê. Rojên pêşiya me de em ê bibînin ku berhamên di nava Tirkiyê de têne hilberandin dê berev bazara Herêma Kurdistanê ve bêne şandin.”

Di sala 2015an de Emerîkayê piştî vekêşîna rêkeftina nûkleerî biryar dabû kû li ser Îranê gemaro bên karîgerkirin û Di tebax û Mijdara 2018an de bi du qonaxan gemaroyan li ser Îranê kariger kiribûn û vê biryarê herî zêde zirar dabû aboriya Tirkiyê. Herwiha tê gotin ev biryara Îranê ya dawî jî dê aboriya Tirkiyê bixe qonqxeke xeternak.