HDP seredana AK Partî kiriye

Hevseroka HDPyê Perwîn Buldan û Parlementerê heman partiyê Mîthat Sancar serdana Serokê Fraksiyona AK-Partiyê Nacî Bostanci kirin e

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Demokratîk a Gelan HDP û Hikûmeta Tirkiyê piştî demek dirêj hatin ba hev.

Vê agahiyê rojnameya Hurriyet eşkere kir.

Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadîr Selvî ko kesek nêzikê hikûmeta Tirkiyê dibêje, di navbera HDP û Hikûmeta Tirkiyê de piştî demek dirêj rasterast danûstandin çêbûye. Hevseroka HDPyê Perwîn Buldan û Parlementerê heman partiyê Mîthat Sancar serdana Serokê Fraksiyona AK-Partiyê Nacî Bostanci kirin e. Serokê Fraksiyona AK-Partiyê jî, ji bo nermbûna zimanê siyasetê girîngî daye serdana Perwîn Buldan.

Nivîskarê vê zanyariyê serdana HDPyê girîng dibîne. Li gor wî HDP piştî ko biryar daye li  bajarên mezin ên Tirkiyê beşdarê hilbijartinan nabe, serdana AK-Partiyê kiriye.

Perwîn Buldan jî hevdîtinê piştrast dike, lê amajeya nivîskarî red dike.

Buldan dibêje ew  digel Nacî Bostanci zext û zordariyên li ser HDPyê û ewlekariya pêvajoya hilbijartinê axifîne. Daxwaz kirine ko operasyon û zextên dijî HDPyê  dawî were. Dema hevdîtinê tesadûf e û ew di derbarê hilbijartinê de li dijî AK-Partiyê zelal in. Di hevdîtinê de ji xeynî van mijaran tişteke din nehatiye axaftin.

HDP ragihandibû ko ew ji bo şaredariya 3 bajarên Tirkiyeyê yên wekî Stenbol, Edene û Îzmîrê ko li van bajaran xwedî sedan hezar deng e namzetan diyar nakin. 

Medyaya nêzikê AK-Partiyê jî nerazîbûneka tûnd li dijî vê biryara HDP nîşan dabû û ragihandibû ko di navbera HDP û CHPyê de rêkeftineke nehênî heye.

 

 

C.B