Rûsya: Piştevaniya guftûgoyên HSD û Şamê dikin

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê ragihand, ew amade ne piştevaniya danûstandinên di navbera Kurd û hikûmeta Sûriyê bikin, piştî vekişîna hêzên Amerîkî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê ragihand, ew amade ne piştevaniya danûstandinên di navbera Kurd û hikûmeta Sûriyê bikin, piştî vekişîna hêzên Amerîkî.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Vershinin ragihand, Kurd beşeke sereke ji miletê Sûriyê ne di Sûriyê de jiyan û dê di Sûriyayeke yekgirtî de jî bijîn.

Ragihand jî, piştî vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê, baştirîn bijarde ew e Kurd û Şamê bi riya guftûgoyan pirsgirêkên xwe çareser bikin.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê tekez kir jî, divê pirsgirêk bi riya guftûgoyan çareser bibe û Rûsya dê piştgîriya guftûgoyan bike, tenê heger di vê arasteyê de be.

Encûmena Leşkerî ya Sûriyeya Demokratîk (HSD) stratejiya xwe ya piştî jinavbirina DAIŞê ragihand û da zanîn, ewê hewl bidin bi riya danûstandin û guftûgoyan re çareyekê ji pirsgirêkan re bibînin, lê di çarçova Sûriyeya yekgirtî de, berçavgirtina taybetmendiya HSDê û mikurhatina li Rêveberiya Xweser di destûra Sûriyê de bin.

Lê Fermandarê Amerîkî Paul LaCamera jî ragihand, heger HSD bi rêjîma Sûriyê yan bi Rûsyayê re lihev kir, ew wek hevpeyman ji HSDê re namînin û dê hemû pêwendî û piştgîriya xwe jê re rawestînin.

 

S. B