Tirkiye gefa nehiştina “terorê” liser sînorên xwe dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezirê Bergirî yê Tirkiyê Hulusî Akar dibêje: Pêwist e desthilata terorê liser sinorê me nemîn e.
Hulusî Akar, bi tevî bidawîbûn a desthilata Xilefeta DAİŞê, serdana sinorên Rojavayê Kurdistanê kir û kombûnek li gel fermandarên xwe yên bejayî re, pêkanî.
Akar got: Ev rêxistinên terorê liser sinorên me, gelê me, welatê me, û paşeroja me dixin nav metirsiyê.
Wezirê Bergirî yê Tirkiyê got: Pêwist e ev hêz a niha li Rojhilatê Firatê, nemîn e, jibo ku ew sinorên xwe bixin nav ewlekariyê, çi pêwist e ew dê bikin.
Balkêş e, ev daxûyaniye Hulusî Akar, Piştî ku HSD û Hêzên Hevpeymanan bi rêûresmekê, bidawîbûna DAIŞê ragindin, hate kirin.
C.B