Îsraîl baregehên hêzên Îranî li Helebê bombebaran dike

Firokeyên Îsraîlê hejmarek ji baregehên hêzên Îranî li firokxaneya Helebê bombebaran kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Firokeyên Îsraîlê hejmarek ji baregehên hêzên Îranî li firokxaneya Helebê bombebaran kirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, şeva bûrî firokeyên Îsraîlê hejmarek komgehên çekan û cebilxaneya hêzên Îranî li firokeya Helebê û bajarê pîşesazî ya Helebê bombebaran kirin.

Amaje bi wê yekê kir jî, ziyaneke mezin gihîştin wan her du baregehan û eger e ziyanên canî jî çê bûbin.

Ji aliyê xwe ve jî, ajansa Sûrî “SANA” a fermî belav kir, sîstema berevaniya esmanî ya artêşa Sûriyê rûbirûyî wê êrîşê bûn û hejmarek mûşekên Îsraîlî jinav birin.

Ev yekem êrîşa Îsraîlê li Sûriyê ye ji piştî danpêdana Serokê Amerîka Donald Trump bi serweriya Îsraîlê li ser bilindahiyên Golanê.

 

S. B