Li Stenbol namzetê CHPê Ekrem Îmamoglu li pêş e

Serokê Komisyona Hilbijartinê ya Bilind aşkere kir, li Stenbolê namzetê CHPê Ekrem Îmamoglu li pêşiya namzetê Ak Partiyê Bînalî Yildirim e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Komisyona Hilbijartinê ya Bilind aşkere kir, li Stenbolê namzetê CHPê Ekrem Îmamoglu li pêşiya namzetê Ak Partiyê Bînalî Yildirim e.

Serokê Komisyona Hilbijartinê ya Bilind Sadî Gûven di konferanseke rojnamevanî de aşkere kir: Heta niha zêdetir ji 31 hezar sindoq hatiye vekirin û derbasî sîstemê bûne, gilî li ser 84 sindoqan heye, heta niha Ekrem Îmamoglu li Stenbolê li pêş e, lê hîna ev ne encamên fermî ne û komisyon karê xwe berdewam dike.

Ji bo şaredariya Stenbolê di navbera namzetê AK-Partiyê Bînalî Yildirim û Namzetê CHPyê Ekrem Îmamoglu de hevrikiyek xurt bi rê ve diçe. Ji vekirina sindoqan heta niha Bînalî Yildirim li pêş bû. Lê danê sibê bi vekirina sindoqên nû Ekrem Îmamoglu ket pêşiya Bînalî Yildirim.

Li gor ragihandina Ajansa Nûçeyan a Demîrorenê dengên Ekrem Îmamoglu ji sedî 48.80, dengên Bînalî Yildirim jî, ji sedî 48.48 e. Li Stenbolê ji 31 hezar û 186 sindoqan heta niha 31 hezar û 87 sindoq hatine vekirin û ger hilbijartin bi vî awayî berdewam bike AK-Partî piştî Enqereyê dê Stenbolê jî ji dest bide.  

Namzetê CHP yê Bajarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu bi daxuyaniyekê got: Ew bi cudahiya 28 hezar dengan ew serkeftiye.

 

S. B