CHP daxwaza ragihandina serkeftina namzetê wê li Stenbolê dike

Serokê Giştî yê CHPê bang li Komîsyona Hilbijartinê ya Tirkiyê dike ku prose gaveke zûtir encam bibe û şaredartiya Ekrem Îmamoglu were ragehandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Giştî yê CHPê bang li Komîsyona Hilbijartinê ya Tirkiyê dike ku prose gaveke zûtir encam bibe û şaredartiya Ekrem Îmamoglu were ragehandin.

Li ser serîlêdanên AK Partî, li 18 navçeyên Stenbolê deng ji nû ve tên hejmartin. Piştî banga namzetê serkeftî yê CHPê, Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî bang li Komîsyona Hilbijartinê kir ku proseyê dawî bike.

Kiliçdaroglu da xuyakirin, li gor encamên nefermî yên Komîsyona Hilbijartinê, Ekrem Îmamoglu serkeftî ye û divê gaveke zûtir komîsyon vê rastiyê rabigihîne.

Berî Namzetê CHPê Ekrem Îmamoglu, Namzetê CHPê Ekrem Îmamoglu jî daxwaz ji Komisyona Hilbijartinê kir, ku serkeftina wî li Stenbolê bê ragihandin.

Ev banga Kiliçdaroglu û Îmamoglu piştî wê yekê tê, Komîsyonên Hilbijartinê yên navçeyan, biryara hejmatina dengên betalkirî yên 15 navçeyên Stenbolê û hejmartina hemû dengên sê navçeyan daye.

Li Tirkiyê roja 31ê Adarê hilbijartinên şaredariyan birêve çûbû, Li gor encamên hejmartina dawiyê jî, Namzetê CHPê Ekrem Îmamoglu bi 25 hezar dengan li pêş namzetê Ak Patiyê Binalî Yildirim bû.