Tirkiye: CHP û AK Partî danayên cuda liser dengên Stenbolê didin
K24 – Navenda Nûçeyan
Hejmartina dengên pûçelkirî yên Stenbolê berdewam dike.
Li gor agahiyên dawî, heta niha nivê dengan hatine hejmartin û ferqa navbera CHP û AK Partî ji 18 hezaran zêdetir e.
Komîsyona Hilbijartinê, daneyên herî dawî yên hejmartina dengên nû aşkera kir. Ligor agahiyên dawî, ji sedî 40 dengên pûçel hatine hejmartin.
Namzetê CHP ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu, dengên hejmartî yên hemû navçeyan parve kirin û da zanîn, ferqa di navbera wî û Binalî Yildirim de ji 18 hezaran zêdetir e.
Lê Cîgirê Serokê AK Partiyê da xuyakirin, hejmara navbera her du namzetan ji 18 hezaran kêmtir e.
C.B