CHP: Em destûr nadin kudeta liser dengên gel bê kirin

Berdevkê CHPê Faiq Oztrak daxûyaniyek da û got: Niyeta AKPê û Komisyona Hilbijartinan ne paqij e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Gel ya Komarî bi daxûyaniyekê got: Bila AKP bizan e, desthilatdarî bê şert û merc a gel e.

Berdevkê CHPê Faiq Oztrak daxûyaniyek da û got: Niyeta AKPê û Komisyona Hilbijartinan ne paqij e.

Oztrak got: Li bajarên Mezin her carê hencetekê derdixin û dixwazin xwe serkeftî nişan bidin, lê bi tevî hewildanên wan yên xerab, encam nagûhêre.

Berdevkê CHPê got: desthilatdarî dixwaze, bi darbeya ser mêzê, dest deyne ser bajarê Stenbolê.

Ligor daxûyaniya CHPê, deng du caran hatine hijmartin, lê dixwazin betal bikin, namzetê wan İmamoglu 18 hezar deng li pêşiyê ye.

Faiq Oztrak got: Ew destur nadin, ku Erdogan, darbeyê ser dengên gel durist bikin.

 

 

 

C.B