Roj Gîrasûn: HDPê 16 salan nimûneyeke baş a şaredariyan neafirand

Rêvebirê Saziya rapirsiyê Rawest Roj Esîr Gîrasûn beşdarî bernameya “Rojev” a Kurdistan24ê bû, encamên hilbijartinên herêmî û bandorên wê li Tirkiye û bakurê Kurdistanê nirxand û got: HDPê ji bilî şaredariyên mezin, hin şaredariyên din winda kiriye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêvebirê Saziya rapirsiyê Rawest Roj Esîr Gîrasûn beşdarî bernameya “Rojev” a Kurdistan24ê bû, encamên hilbijartinên herêmî û bandorên wê li Tirkiye û bakurê Kurdistanê nirxand û got: HDPê sê şaredariyên mezin ên Bakurê Kurdistanê bidest, lê hin şaredariyên din winda kiriye.

Roj Esîr Gîrasûn li ser sedemên wê yekê jî diyar kir, ji bilî ku HDP behsa fişara ewlehiyê dike, lê performansa HDPê bi giştî jixwe li ser hilbijartinên herêmî ye, kêmbûna dengê HDPê tê wê wateyê ku HDPê 16 salan ji girtina van şaredariyan nimûneyeke baş neafirandiye. Duyem, fişarên ewlehiyê yên dewletê jî li bajarên biçûk hîştiye dengên HDPê kêm bibin.

Got jî: Hilbijêrên Kurd derbeya herî mezin li metrepolên mezin ên Tirkiyê li tifaqa Cumhur a Ak Parti û MHPê xist. Vê yekê jî nakokî di nava Ak Partî de derket û tê dîtin ku berpirsên Ak Parti sedemên têkçûna li Stenbûlê davêjin ser hevûdu.

Derbarê dubare hejmartina dengên Stenbolê Roj Esîr Gîrasûn got, ligel nerazîbûna Ak Partî ji encama hejmartina dengan, bi baweriya min di hejmartina duyem de jî Ak Partî ti encamê bidest naxe.

Rêvebirê Saziya rapirsiyê Rawest destnîşan kir, krîza aboriyê giraniya xwe da ser vê hilbijartinê û bi taybet li bajarên mezin ên Tirkiyê, bi awayekî kêmtir jî bandora wê li bajarên biçûk hebû. Li bajarên rojavayê Tirkiyê Kurdê ku berê dengên xwe nedidan HDPê jî dengên xwe dan CHPê.

  

 

S. B