Yildirim hate deng: Ez dişopînim

Namzetê AK Partî yê şaredariya Stenbolê Binalî Yildirim dibêje, ew pêvajoya encamên hilbijartina ji nêz ve dişopîne û li benda biryara Komîsyona Hilbijartinê ye

K24 – Navenda Nûçeyan

Namzetê AK Partî yê şaredariya Stenbolê Binalî Yildirim dibêje, ew pêvajoya encamên hilbijartina ji nêz ve dişopîne û li benda biryara Komîsyona Hilbijartinê ye.

Namzetê Şaredariya Stenbolê Binalî Yildirim, piştî demeke dirêj li ser twîtterê da xûyakirin, hin alî bêdengiya wî ya piştî hilbijartinê şaş dinirxînin.

Divê bê zanîn, helwesta wî ji ber rêzgirtina proseya biryara Komîsyona Hilbijartinê ye û ji nêz ve bi partî û dezgehên pêwendîdar re ji nêz ve dişopîne.

Yildirim da xuyakirin, dengderan gotina xwe ya dawî gotin e, êdî mafê gotinê yê Komîsyona Hilbijartinê ye.

Hin parlamenterên CHPê îdîa kiribûn ku, Binalî Yildirim ji dirêjkirina pêvajoya hejmartina dengan dilgiran e, ew jî dixwaze pesendnameya namzetê CHPê Ekrem Îmamoglu were radestkirin.

 

 

C.B