Imamoglu bang li Komisyona Hilbijartinê kir: Bes e!

Di girtevidyoya xwe de Imamoglu tîne ziman: “Ez bangewaziya YSK dikim. Biryara xwe bidin, rewatiya hilbijartinê nexin gengeşeyê”...

K24 – Navenda Nûçeyan

Berbijêrê Partiya Komarî ya Gel CHP û ligor encamên nefermî Şaredarê Şaredariya Mezin ê Stenbolê Ekrem Imamoglu bi girtevidyoyekê bang li Komisyona Bilind a Hilbijartinan li Tirkiye YSK kir – Bes e ! Vî karî xelas bikin, ev 12 rojan hûn hejmartinê dikin. Bes e!

Di girtevidyoya xwe de Imamoglu tîne ziman: “Ez bangewaziya YSK dikim. Biryara xwe bidin, rewatiya hilbijartinê nexin gengeşeyê”.

Ligor Imamoglu, “Kes nikare bajarê Stenbolê yê 16 milyonî nikare wekî mala xwe bibîne. Me girtiye û em bernadin, tiştek weha nabe! Hûn henekên xwe bi mirovan dikin, çi dikin? Ebdilhemîd Xan ji 1876an sindoq danî ber xelkê, ku iradeya xwe û vîna xwe diyar bikin. Em ji wê demê ve têkoşîna demokrasiyê didin. Ez caek din bangî YSK dikim: Di vê roja Înê ya pîroz de dibêjim – Em liser pêşerojê bifikirin, liser perewerdeyê, tenduristiyê, jîngehê… Em partizaniyê bidin aliyekî”.

 

 

C.B