Hevditinen Astana û Dahatûya Surye û Kurdan

Li Sûriyê şerê navxweyî ya k udi sala 2011an de dest pê kiribû eherçiqas weke salên borî gur nebe jî hêj bi temamî di dawî nebûye û çareseriyeke siyasî jî ne hatiye peydakirin. Ji bo dahatûya Sûriyê di 25 û 26ê Nîsanê lûtkeya Astanayê an go bi navê nû lûtkeya Nûr Sûltanê li paytexta Qazexîstanê bi serperiştiya Tirkiye, Rûsya û Îranê tê lidarxistin

K24-Ankara

Li Sûriyê şerê navxweyî ya k udi sala 2011an de dest pê kiribû eherçiqas weke salên borî gur nebe jî hêj bi temamî di dawî nebûye û çareseriyeke siyasî jî ne hatiye peydakirin. Ji bo dahatûya Sûriyê di 25 û 26ê Nîsanê lûtkeya Astanayê an go bi navê nû lûtkeya Nûr Sûltanê li paytexta Qazexîstanê bi serperiştiya Tirkiye, Rûsya û Îranê tê lidarxistin. Beriya vê lûtkeyê Li gorî hin pisporên Tirkiyê ji berk u ev lûtke zêde dirêj bûye tu encamek dernakeve. Beramberî vê yekê hin pispor jî dibêjin dibe ku ji bo statü û nasnameya Kurdan ev lûtke bibe destpêkek.

Ji bo şerê navxweyî yê Sûriyê ku ev 8 sal zêdetirin berdewam dike bi dawî bibe û çareseriyeke siyasî bê peydakirin di 23ê Çileya sala2017an de di bin garantoriya Tirkiye, Îran û Rûsyayê de civînên Astanayê yên aştiyê hatibûn destpêkirin. Ev her sê welat 12emîn car 25 û 26ê Nîsanê li bajarê Nûr Sûltana paytextê Qazakîstanê bên bal hev dû.Gelo di heşt salên dawî de encameke ber biçav dê derkeve vê lûtkeyê de yan na? û ji bo Kurdan tê çi gav bên avêtin ev mijar tên meraqkirin.

Derbarê bersiva van pirsan de pisporê Rojhilata Navîn yê Tirkiyê Hakki Uygur dibêje zêde bi hêvî nebin ku dê çareseriyek derkeve di vê lûtkeyê de û ji ber sedema ku Esad û YPG li hev nakin ji bo Kurdan jî tiştek erênî zehmet e derkeve.

Hakki Uygur -pisporê Rojhilata Navîn, got:"Ez ne bawerim ku di Lûtkeya Astanayê de encamek erênî an jî çareseriyek derkeve. Ji ber ku heyameke dirêje ev lûtke didome lê heta niha tu tiştek ji holî nîne. Rejîma Esad û YPGê li hev nekirine û Esad bi tu awayî statûyekê bo Kurdan heta niha qebûl nekiriye. Li gel vê yekê qadeke berfireh di bin destê YPGê de ye û Esad nahêle ev dever bimîne bin destê Kurdan de. ji loma jî ne ji bo Sûriyê ne jî bo Kurdan encameke erênî di vê lûtkeyê de xuya nake."

Beramberî vê yekê li gorî akademisyen Hûseyîn Bagci jî tevî nerazîbûnên Îran û Sûriyê ji ber serkeftinên YPGê û HSDê yên li dijî DAÎŞê Rûsya û Amerîka dixwazin di yaseya nû de di her mijaran de ji bo Kurdan guherîn bêne kirin û Astana jî ji bo vê yekê dibe ku bibe destpêkek.

Prof.Dr.Hûseyîn Bagci -pisporê pêwendiyên navdewletî, got: Niha tê xwastin ku ji bo Kurdan Stetûyek bê dayîn. Di çarçoveya yaseya nû de dibe ku herêmeke xweser jî bê avakirin ji bo Kurdan. Li gel nasîna nasnameyê di warê bazirganî, aborî û ciwakî de taybetî ji aliyê Rûsaya û Amerîkayê ve tê xwastin ku ji bo kurdan gavên erênî bên avêtin.

Bi ya min Rûsya û Amerîka van mijaran dê bi Esad re gifûgo bikin û xwasteka wan jî heye. Di lûtkeya Astanayê de jî ji bo vê yekê dê hewl bên dayîn.

 

Beriya vê hevdîtina sêqolî ku dê bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de bê lidarxistin wezîrê Karên derwe yê Rûsyayê Sergy Lavrov ragihand ku pêwîste pirsgirêka bakurê rojhilatê Sûriyê were çareserkirin, gotûbêjekê digel Kurdên li wê navçeyê bê dest pêkirin û got Komîteya Destûra Sûriyê dê di demek nêzîk de were pêkanîn. Bi vê daxuyaniya Lavrov xuyaye ku rojeva Lûtkeya Astanayê dê germ be.

 

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/a70c5267-2935-407d-906b-fd87cfb1d85b/ss.ism/manifest