Piri: Bêdengî, desthilata Tirkiye êrîşkartir dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Parlementera Yekitîya Ewropa û Raportora Tirkiyê Katî Pîri dibêje: Desthilatdarîya AKPê Tirkiyê ber bi hilweşandinê ve, dibe.
Katî Pîri, bi daxûyaniyekê Konseya Ewropa hişyar dike û dibêje: Bêdengiya we, Tirkiyê ber bi hilweşinê ve dibe.
Pîri dide zanîn: Ji ber bêdengîya Yekitîya Ewropa, Erdogan çi dixwaze wê dike.
Ligor Piri, Medya Tirkiyê çi deman wekî niha rastî zordestiyê nehatîye, li dema pêvajoya aştîyê temaşe bikin û temaşeyî niha bikin, hûn dê dîmenê Tirkiyê bibîn in.
Katî Pîrî wiha dibêje: Bi sed hezaran mirov kirin e zîndanan û rojane ev hejmar zêde dibe û ev dîmenê zordestiyê, me ditirsîne.
Pîrî di derbarê Hilbijartinan de jî got: hemû kadirên HDP, Serokên Bajarvaniyan, Reveberên wan û ligel bi hezaran endaman kirin zîndanan û herî dawî ji cîhê kesên hatibûn hilbijartin, yên xwe danîn şûnê.
C.B