Abdurrahman Mustafa şertên rûniştinê digel Esad ragihandin

Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Hêzên Opozîsyona Sûriyê Abdurrahman Mustafa Paşa li ser çareseriya siyasî ya Sûriyê, pêywendiyên Emerîkayê yên ku li ser vê mijarê bi Tirkiyê re danîne digel nexşerêya Minbîç û Rojhilatê Firadê, şert û mercên rûniştina digel Beşar Esedê Serokê Sûriyê bo Kurdistan 24ê daxuyaniyên taybet ragihandin

K24-Istanbul

Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Hêzên Opozîsyona Sûriyê Abdurrahman Mustafa Paşa li ser çareseriya siyasî ya Sûriyê, pêywendiyên Emerîkayê yên ku li ser vê mijarê bi Tirkiyê re danîne digel nexşerêya Minbîç û Rojhilatê Firadê, şert û mercên rûniştina digel Beşar Esedê Serokê Sûriyê bo Kurdistan 24ê daxuyaniyên taybet ragihandin. Abdurrahman Mustafa dibêje; pêşî divê hikûmeteke prosesa derbasbûnê bê damezrandin, bişûnde destûra nû bê dirûstkirin, digel vê yekê divê şert û mercên hilbijartinê bêne amadekirin û vegera penaberan jî bê plankirin da ku ew karibin li ser maseyê digel Esed rûnin. Herwiha ew dide dazîn, piştgiriya nexşerêya Minbîç û Rojhilatê Firadê jî dikin ya ku ji aliyê Tirkiye û Emerîkayê ve li serê nîqaş têne kirin.

Abdurrahman Mustafa Paşa - Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Hêzên Opozîsyona Sûriyê, got: "Destûra nû ya Sûriyê projeya Rûsyayê ne ya me ye. Ji bo ku garantora me Tirkiyê qebûl kiriye me jî qebûl kir. Lê Rûsyayê dît ku em ciddîne vê gavê jî lihevrûniştinên desteya destûrê bi derengî dixe. Dema Esat were ser maseyê li gor şert û mercên Cînevê ya xalên Neteweyên Yekgirtî 22 û 54an wê nemîne. Ji bo vê jî divê aliyên navdewletî yên ku destên xwe dixin nava birîna Sûrî zextan lê bikin da rûne ser masê."

Herwiha Abdurrahman Mustafa Paşa ragihand, ew jî bi Emerîkayê re di nava pêywendiyê de ne. Ew dibêje; em dixwazin rolekê bigirin ser xwe li Rojhilatê Firadê wek Operasyona Mertalê Firadê û li Şaxê Zeytûnê pêk hatiye. Em li Rojhilatê Firadê bi bi hemû aliyan re diaxivin û dixwazin di bin rêveberiya opozisyonê de çareseriyek pêk bê. Divê xelqê wê dere, wê herêmê birêve bibe. Ji bo vê jî erênî derasbûna hevdîtinên di nava Tirkiye û Emerîkayê de gelekî krîtîk in.

 Herweha Abdurrahman Paşa - Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Hêzên Opozîsyona Sûriyê, got: "PYD divê cih negire di nava prosesê de. Me ew wek rêxistina terorê raghandiye. ENKS heye wek Encûma Kurdan ya Neteweyî ku nûnertiya Kurdan dike bi awayekî meşrû. Em dixwazin herêm ji aliyê xwediyê wê ve bê birêvebirin ne bi rêya zorê. Nexşeyarêya li Mincîbê divê li Rojhilatê Firadê jî bê cîbicîkirin."

Li aliyekî Abdurrahman Mustafa Paşa dibêje divê PYD di nava prsesê de cih negire lê Endamê Desteya Siyasî ya Hevpeymaniya Hêzên Opozisyona Sûriyê Yehya Mektebî dide zanÎn dema PYD pêywendiya xwe ya bi PKKê re bi dawî bîne ew jî wek her pêkateyekê dikre li Cinevê digel wan rûne ser maseyê.

Yehya Mektebî - Endamê Desteya Siyasî ya Hevpeymaniya Hêzên Opozisyona Sûriyê, got:"Di seri de Tirkiye jî di navê de divê hemû hêzên biyanî destê xwe ji nava Sûriyê bikişînin. Mafê Kurdan jî li Sûriyê heye, lê divê Esad Kurdan nexapîne wek berê û ew jî piştevaniya wî nekin. Li aliyê din dema PYD xwe ji PKKê bişo hingî tû kêşe namîne û ew jî dikare li Cinevê rûne li ser maseyê. Ji aliyê hevpeymaniya hêza opozisyona Sûriyê ve jî nabe kêşe. Hingî em ê jî pêsîra xwe vekin û dengê erênî bidin ji bo wê."

Endamê Desteya Siyasî ya Hevpeymaniya Hêzên Opozisyona Sûriyê Yehya Mehtebî dibêje; divê ji Rûsyayê heta Tirkiye, Îran û Emerîkayê hemû ji nava xaka Sûriyê derkevin. Ji xelasbûna DAÎŞê jî kêfxweş in. lê di heman demê wê sibê roj El Nûsra jî derkeve here wek hemû rêxistinên teröre ji nava xaka Sûriyê. Ya pêwîst ew e ku em yekparebûna Sûriyê biparêzin û digel hev bi birayetî jiyana xwe berdewam bikin. Em çawa li Kurdan bi çave birayetiyê dinihêrin û wan li ser xwe dibînin, divê ew jî wisa li me binêrin.