Karvedanên li ser daxuyanîyên Ocalan

Karevedanên derbarê daxuyaniya Ocalan de berdewam dikin. Gelo peyamên di nava daxuyaniya Ocalan de tên çi wateyê? Li gorî Hevserokê Şaxa Stenbolê ya HDPê Cengîz Çîçek, Ocalan dev ji doza aştiyê bernadaye û vê carê bangê li girseyan dike da ku şêwaza aşiyê hê gurtir bikin. Li gorî Celalettîn Canê endamê Koma Aqilmendên serdema porsesa çareseriyê, Ocalan bi bikaranîna peyva "hêza nerm" hem li Sûriyê û hem jî li Tirkiyê pêşniyareke rêya çareseriyê dide nîşan.

K24-Istanbul

Karevedanên derbarê daxuyaniya Ocalan de berdewam dikin. Gelo peyamên di nava daxuyaniya Ocalan de tên çi wateyê? Li gorî Hevserokê Şaxa Stenbolê ya HDPê Cengîz Çîçek, Ocalan dev ji doza aştiyê bernadaye û vê carê bangê li girseyan dike da ku şêwaza aşiyê hê gurtir bikin. Li gorî Celalettîn Canê endamê Koma Aqilmendên serdema porsesa çareseriyê, Ocalan bi bikaranîna peyva "hêza nerm" hem li Sûriyê û hem jî li Tirkiyê pêşniyareke rêya çareseriyê dide nîşan.

Karvedanên derbarê daxuyaniyên rêberê PKKê Abdullah Ocalan de berdewam dikin. Gelo daxuyaniyên Ocalan ji aliyê HDPê û derû dorên siyasî ve çawa hate xwendin û çawa pêşwazîkirin. Hevserokê Şaxa Stenbolê ya HDPê Cengîz Çîçek dide zanîn, her çiqas tecrîta li serê berdewam be jî, vê hevdîtinê ew rehet kirine û hêviyek di dilê wan de şîn kiriye. Hê jî Ocalan şêwaza xwe ya aştiyane diparêze û bibîr dixe ku divê hestiyariyên Tirkiyê jî li ber çav bêne girtin. Ev nêzîktêdayîn gelekî bi qîmet e û divê raya giştî vê helwestê baş bibîne û bixwîne. Eger kêşeya Kurdan çareser nebe wê mirin berdewam bin.

Cengîz Çîçek - hevserokê Şaxa Stenbolê a HDPê, got:"Ji daxuyaniya Birêz Ocalan diyar e ku ew li ser sozê xwe ye û şêwaza aştiyê diparêze. Tecrîta li serê berdewam e, lê vê hevdîtinê em hindekî rehet kirin û hêviyek da me. Careke din bi bîra me xist ku çareseriya kêşeya Kurdî girêdayî prosesa 2013an ya şêwaza Newroza 2013an e. Birêz Ocalan li ser esasê çareseriyê nêzîkî meselayan dibe. Em ji peyamên wî vê xwendinê dikin. Mesela dibêje, divê HSD li Sûriyê xesasiyetên Tirkiyê li ber çav bigire. Ev boçûneke gelekî bi qîmet e û dide nîşan ku aqilê Ocalan û îradeya wî ya çareseriyê çiqasî rasteqînî û objektîf e."

Endamê Koma Aqilmendên serdema porsesa çareseriyê Celalettîn Can jî li ser daxuyaniyên Ocalan û peyamên wî dibêje; Ocalan rewşa Tirkiyê di asteke krîtîk û li ber şikestinê dibîne loma jî wek serdema muzakereyên Dolmahçeyê, ji bo çareseriya demokratîk ya li Tirkiye û Sûriyê doza şêwaza nerm dike û dibêje çare di demokrasiyê de ye.

Celalettîn Can - endamê Koma Eqilmandan yê berê, got:"Birêz Ocalan di peyama xwe de dibêje kêşeyên li Tirkiyê her diçe kur dibin. Wek çareserî navnîşana demokrasiyê û demokratîkbûyê dide. Ji bo grevên birçîbûnê jî nabêje dev jê berdin. Ji bo Sûriyê jî peyamên giring dide. Herwiha peyvên xesas bikartîne û dibêje çarserî di hêza nerm de ye. Heman şêwaz me di muzakereyên Dolmabahçeyê de dîtibûn. Wê demê jî hindik mabû şer derkeve, lê bi şêwaza hêza nerm pêşiya şerê mezin hatibû girtin. Bi baweriya mi wê hevdîtin hebin û berdewam bin. Hîna ji raya giştyî re nehatiye eşkere kirin, lê komên din jî hene ku di nava hewlên hevdîtinê de ne."

Herwiha li aliyê din li gorî parlamenterê berê yê AK partiyê Abdurrahman Kurt, daxwaza vê hevdîtinê ji Ocalan hatiye û dewletê jî derbarê Ocalan de testek çêkiriye bi rêya vê hevdîtinê. Ew dibêje; Ocalan bi rêya peyamên derbarê Sûriyê, aramî û grevên birçîbûnê de dixwaze ji xwe re korîdorekê veke da ku wî warê ji dest xistiye careke din bi dest bixe. Li gorî daxuyaniya KCKê jî amanca vê hevdîtinê ew e ku berxwedana wan bê lawazkirin.