Bahçelî: Bila Ocalan ligel parêzerên xwe hevûdu bibîne

Serokê Gişti yê Partiya Nijadperest MHP Devlet Bahçelî dibêje: Bila Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re, hevdîtinê çêbike

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Gişti yê Partiya Nijadperest MHP Devlet Bahçelî dibêje: Bila Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re, hevdîtinê çêbike.

Devlet Bahçelî ku bi dijberiya tevgêrên sîyasî yên Kurd ve tê nasîn got: Abdullah Ocalan bila ligel parêzerên xwe re, hevdîtinê çêbike.

Bahçelî da zanîn, pêwist e kesek zîndanî be mafê wî ye ku ligel parêzerên xwe re, hevdîtinê çêbike hebe û got: Eger bi ya min bikin, bila Parêzerên Ocalan li gel wî hevdîtinê berdewam bikin.

Gelek sîyasetmedaran ev daxûyaniya Devlet Bahçelî wek propagandeya Hilbijartinên Stenbolê yên 23 Hezîranê, nirxandin.

 

 

 

C.B