Serok Barzanî pêşwaziya Jeanine Hennis-Plasschaert kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Serok Barzanî ligel Nûnera taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî ji bo Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert rewşa herêmê gotûbêj kir.
Serok Barzanî pêşwaziya Nûnera taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî ji bo Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert kir.
Di civînê de rewşa herêmê û Iraqê hate nirxandin.
Herweha di hevdîtinê de proseya siyasî ya herêmê Kurdistanê hate axaftin. Nûnera taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî ji bo Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert destnîşankir, ku hilbijartina Serokê herêma Kurdistanê û pêkanîna kabîneya nû ya hikumeta herêma Kurdistanê ji bo hemû aliyan û deverê pêngavên erênî û bibandor in.
Rewşa deverên, ku dikevin çarçoveya maddeya 140 a Destûra Iraqê, pêwendiyên di navbeyna Hewlêr û Bexdayê de û rola Neteweyên Yekgirtî di çareseriya nakokiyên di navbeyna Iraq û herêma Kurdistanê de, mijarên din ên hevdîtinê bûn.
C.B