Parêzer dê carek din bi Ocalan re hevûdu bibînin?
K24 – Navenda Nûçeyan
Parêzerên Abdullah Ocalan ku 2ê Gulanê hevdîtin ligel muwekilê xwe çêkirin, ji bo hevdîtinek din, serî li Dozgeriya Komarî dan.
Abdullah Ocalan - Rêberê PKKê, ku ev 8 sal in parêzerên xwe nedîtibû, ji bo cara duyem hevdîtin werin saz kirin, serî li dozgeriya Komarî ya bajarê Bursa dan.
Parêzerên Ocalan Cengîz Yureklî, Faik Ozgur û Mazluk Sînç, ji bo ku roja Îniyê hevdîtinê ligel Abdullah Ocalan hevdîtin çêbikin, serîlêdana xwe pêkanîn.
Parêzerên Ocalan ji sala 2011an heta 2ê Gulan a 2019an bi giştî 820 caran ji bo hevdîtinê serîlêdan pêkanîbûn.
Serdozgerîyê her car, bi hecetên koster xerab e, Koster di nûjenkirinê de ye, hewa ne guncaw e û hwd… destûr nedidan hevdîtin pêk were.
Piştî daxûyaniya Serokê Partiya Nîjadperest Devlet Bahçelî, tê meraq gelo dewlet jib o hevdîtina Ocalan ligel parêzerên xwe rêyek nû hildibêjere?
C.B