Rakêşiya di navbera Emerîka û Îranê de

Di navbera Îran û rêveberiya Emrîkayê de her ku diçe asta rakêşiyê bilind dibe. Li gorî pisporan şer li ber derî ye û di êrîşeke li dijî Îranê de wê Tirkiye li Rojhilata Navîn li gorî welatên dn destê wê xurtir bibe.

K24-Istanbul

Di navbera Îran û rêveberiya Emrîkayê de her ku diçe asta rakêşiyê bilind dibe. Li gorî pisporan şer li ber derî ye û di êrîşeke li dijî Îranê de wê Tirkiye li Rojhilata Navîn li gorî welatên dn destê wê xurtir bibe.

 Rakêşiya di nava Amerîka û Îranê her diçe bilind dibe. Piştî biryara Serokê Emerîkayê Donald Trump ku li dijî Îranê wê digel keştiyên şer 1500 leşkerên Emerîkî jî bişîne Rojhilata Navîn, ji aliyê Îranê ve rekasiyoneke tund hate nîşandan û Rawêşkarê Artêşa Îranê Murteza Kurbanî diyar kir, ew dikarin bi çekên veşrtî wan keştiyên Emerîkayê serobino bikin. Kurbanî dibêje; eger ew keştiyên Emerîkayê ehmeqiyekê bikin em ê dû moşek, an jî çekên nû ên veşartî tevî xebatkarên keştiyê digel balefirên li serê noqav bikin. Gelo pisporên li Tirkiyê vê rûdanê çawa dinirxînin û wê bandora vê yekê li Tirkiyê çi be? Bi boçûna Feyzî Çelîk şer dernakeve, lê ger derkeve jî wê Tirkiyê jê sûdên mezin wergire, wek berê çawa ku li Iraq û niha jî li Sûriyê destkeftiyên wê hene.

Feyzî Çelîk - pisporê pêywendiyên navdewletî, got: "Ev rakêşî, ya di nava Îran û Emerîkayê de nîşaneya destpêka Şerê Sar e ne yê fîzîkî. Emerîkayê dît ku Tirkiye û Herêma Kurdistanê wê bêalî bimînin di egera pêkahtina şerekî de, vê carê dev ji mudaxaleyê berda û wek gefekê keştiyên xwe şandin ser Kendava Basrayê. Emerîka ji ber ku di hemû şerên Rojhilata Navîn de encamek bi dest nexist, dixwaze vê carê bê şer hemû dinyayê kontrol bike, bi germ hiştina mijara êrîşa li dijî Îranê."

Wezîrê Derve yê îranê Cevad Zarîf jî berî niha gotibû wê îran dawiya Trump bibîne lê ew ê tû carî nekarî dawiya Îranê bibîne. Hetta Zarîf gaveke din jî bi pêş ve çûbû û ji Trump re gotibû; "terorîst." Gelo piştî vê şêwaza giran ya Emerîka û Îranê li beramberî hev rêyên dîplomasiyê mane ku agirê di nava her dû welatan de bê tefandin? Bi boçûna Balyozê Washîngtonê Berê yê Tirkiyê Faruk Logoglu zor xuya dike.

Faruk Logoglu -balyozê Washîngtonê berê yê Tirkiyê, got:"Ez nabêjim wê şer derkeve, lê egera şer heye di nava Emerîka û Îranê de. Qezayeke biçûk jî divê demê wê bibe sedema şer.  Lê Trump jî Îran jî şer naxwazin. Bêhtir Pompeo û Bolton aliyên baz şer dixwazin. Çawa ku Îsraîl, Dewletên Îmaratê û Erebîstana Siûdî dixwazin. Tirkiye teqez divê bêalî be. Eger Tirkiye welatekî demokratîk bûna û pêywendiyên wê bi YE û welatên cîhanê re baş bûna dikaribû navbeykariyê bike. Lê niha kes wê cîddî nagire. Loma bêalî mayîn bûna wê li feydeya wê ye." 

Piştî ku rêvebriya Trump ji peymana nûkleerî vekişiya, di dîrokê de gemaroyên herî giran dane destpêkirin li dijî Îranê. Herwiha heman Emerîkayê di meha Avrêlê de Pasevanên Şoreşa Îranê wek "terorîstên biyanî" ragihandibû. Emerîkayê 2 hefte berê li dijî gefên Îranê wek bergirî Keştiya Balefiran ya bi navê Abraham Lincoln, Tîma Tearûzê, û 4 balefirên bordûmanê ên ên bi navê B-52 ku di heman demê de xwedî kapasÎteya nÛkleerîne jî şandin kendava Basrayê.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/7c144863-3d2d-47e4-bf5e-88c3ef802b9d/052619GBD.ism/manifest