Davutoglu: Ligor şert û mercan, em dê Partiya Nû li payîzê rabighînin

Serokwezirê Berê yê Tirkiyê Ahmed Dawudoglu dibêje: Heta payîzê ger şert û merc temam bin, dê Partiya xwe ya nû ragehînin

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezirê Berê yê Tirkiyê Ahmed Dawudoglu dibêje: Heta payîzê ger şert û merc temam bin, dê Partiya xwe ya nû ragehînin.

Partiya Nû ya ku bi serkêşîya Davutoglu, di rojeva Tirkiyê de tê gotûbêjkirin, wek alternatîfa AKPê jî, tê şîrovekirin.

Ahmed Davutoglu, li gel grûba xwe bi tevlîbûna fitarên Remezanê, dest bi şîroveyan û rexneyan liser rewşa Tirkiye û siyaseta vî welatî kirîye.

Ligor medya Tirkiyê, Davutoglu ligel fitara Diyarbekrê û hin hevdîtinan, 2ê Hezîranê jî, li Konya hevdîtinên xwe jibo amadekariya Partiya Nû, dê berdewam bike.

Davutoglu ku 22ê Nisanê nexşe rêya Partiya xwe bi şêwazeke resmî eşkere kiribû dîyarkirîye: Ger şert û merc amade bin, ew dê payizê Partiya xwe ya Nû, rabighîn in.

 

 

 

C.B